Vance: Peymana DYE-Îranê dikare Rojhilata Navîn 50 salan veguherîne

Alîkarê Serokê DYE'yê JD Vance anî ziman ku peymana navbera Washington û Tehranê wê nehêle ku Îran bibe xwedî çeka nukleerî û paşeroja Rojhilata Navîn dikare ji binî ve biguherîne.

Alîkarê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) JD Vance ji Fox Newsê re axivî û anî ziman ku peymana navbera DYE û Îranê "Dikare Rojhilata Navîn di nava 50 salên pêşiya me de ji binî ve veguherîne."

Vance diyar kir ku eger Tehran li gorî peymanê tevbigere wê ti carî nebe xwedî çeka nukleerî û got, peyman wê li pêşiya Îranê bibe asteng ku çeka nukleerî çêbike, peyda bike yan jî hewl bide bikire.

DIBE KU TRUMP TEVLÎ MERASÎMA ÎMZEKIRINÊ BIBE

Alîkarê Serokê DYE'yê her wiha diyar kir ku ew plan dike di 19'ê Hezîranê de li bajarê Cenevre yê Swîsreyê beşdarî merasîma îmzekirinê bibe, lê belê dibe ku Serok Donald Trump jî beşdarî merasîmê bibe.

PEYMAN JI ALIYÊ TRUMP VE HATE RAGIHANDIN

Serokê DYE'yê Donald Trump êvara Yekşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi Îranê re li hev kirine. Li gorî daxuyaniyê; jinûve vekirina Tengava Hurmuzê, rakirina dorpêça deryayî ya DYE'yê û tavilê ragihandina agirbestê li seranserê Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Lubnanê di nava peymanê de hene.

Navbeynkarê Pakistanî jî diyar kir ku peyman wê 19'ê Hezîranê li Cenevreyê bê eşkerekirin.

ÎRAN: ŞER DIVÊ TAVILÊ BI DAWÎ BIBE

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Garîbabadî şeva Yekşemê daxuyanî da televîzyona dewletê û anî ziman ku lihevkirina bi DYE'yê re "şer tavilê bi dawî kiriye."

Garîbabadî anî ziman ku peyman ji bo lihevkirina dawî pêşî li muzakereyan vedike ku di nava 60 rojî de destpê bikin. Rayedarê Îranî ragihand ku li gel vê yekê jî Tehran baweriya xwe hîn jî bi Washingtonê nîne.

ARTÊŞA ÎRANÊ: EM SERWER BÛN

Serokatiya Fermandariya Gişî ya Hêzên Çekdar ên Îranê daxuyaniyek da û îdîa kir ku di pêvajoya şer de li hemberî DYE û Îsraîlê serwer bûne.

JI EWROPAYÊ PIŞTGIRÎ: PÊKANÎN DIBE KU BÊNE RAKIRIN

Welatên E4 ku ji Qraliyeta Yekbûyî, Fransa, Elmanya û Îtalyayê pêk tê, ragihandin ku wan lihevkirina DYE û Îranê bi kêfxweşî pêşwazî kirine.

Di belavoka hevpar de hate ragihandin ku divê Îran ti carî nebe xwedî çeka nukleerî, di çarçoveya vê armancê de ew amade ne bi DYE, Îran û Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re amade ne bi hev re bixebitin.

Lîderên Ewropî her wiha diyar kirin ku eger Îran gavên li ser bernameya nukleerî bi rengekî eşkere û piştrastkirî biavêje, ew amade ne hin pêkanînan rakin.